Bi sedên sivîlan li herêmên corbicor li Idlibê duhî roja înê xwepêşindan kirin, dijî helwesta Rûsya ya bikaranîna “vîto” li dijî pirojeyê biryarê yê sê dewletan ji bo rawestandina rêjîma Esed ji bombebaranê re li ser Idlibê pêşkêş kir.
Çalakvanên xwecihî gotin ku bi dehan sivîl ji bajarê Kefer Texarîm li bakurê Idlibê û koçberên ko hatinê, derketin xwepêşindanekê, têde bikaranîna Rûsya û Çînê ji Veto re li dijî biryarê pirotesto kirin, û di duruşmên xwe de tekezî li ser ruxandina rêjîmê û derketina Rûsya û Îranê ji Sûriyê kirin.
Her weha bêtir ji 200 kesî xwepêşindanek li bajarê Idlibê rêkxistin kirin, têde ala şoreşa Sûriyê hildan û dirûşmên “kuştina zarokan rawestînin”, “Vîto kujera me ye”, “dadgeha li tewankar guhdarî dike, û berevanê qurbanî têde nebe, ew nedaddar e û mafan venagerîne‘’.
Her weha bi dehan sivîl li bajarê Meeret Elnuman li başûrê Idlibê derketin xwepêşindanan, Vîtoya Rûsya û Çînê pirotesto kirin, û li dijî “Desteya Tehrîr Elşam” jî silogan gotin, û ji civaka navdewletî jî xwestin ko sivîl û bargehên zindîdar ji bombebarana Rûsya û Rêjîmê biparêzin.
Ev xwepêşindan lidar ketin piştî ko Rûsya û Çînê mafê redkirinê li Encûmena ewlehiyê bikar anîn dijî pirojeyê rawestandina amanckirina hêzên rêjîmê û hevalbendên wê ji parêzgehê re. Û ev cara 13ê ye ko Rûsya Vîto ji bo piştgiriya rêjîmê bikar tîne, ji bo nehêle çi biryar an pêrabûnên dijî rêjîmê derkevin.
Ji hêla xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, dibîne ko bikaranîna Rûsya û Çîn ji mafê redkirinê “Vîto” re li dijî pirojeyê biryara Belcîka, Elmanya û Kiwêtê li pêşberî encûmena ewlehiya navdewletî, ji bo tawanên cengê û yên li dijî mirovayetiyê yên ko rêjîm pê radibe binixumînin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî