Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, dîsa hişyariyê dide ji metirsiyên temaşekirina welatên cîhanê li kirdeyên Îranê li Sûriyê û Libnanê û Yemenê û şerê ko dixwaze li herêmê bi şêweyek rasterast an nerasterast bike, û ya dawî zêdegaviya wê li ser Erebistana Siûdî.
Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser helwesta navdewletî ya neyênî derbarê îranê kir, ku wê bêtir qeyranê li ser asta cîhanî gurtir bike, û di encamê de dê hemû alî qelenê giran bidin.
Bêguman çarenivîsa herêmê û cîhanê bûye kêşeyeke hevbeş, û kes di hêminiyê de nemaye ji ber rêkxistinên tiroristî û yên zordar dibin sedema wêranî û xerabiyê û tiroristî belav dibe, ku divê herkes berpirsiyariyên xwe beraber rêjîmê û rêjîmên mîna wê hilgire, û li ser aliyên navdewletî yên sereke feriz e ko têwerdaneke rewa û yasayî bikin, bi amanca ko sînorekî tund ji têwerdanên Îranê û vê rewşa bobelat re deynin, û piştgirî û rizgarkirina miletên herêmê û misogerkirina amancên wan dabîn bikin.
Hevbendiyê tekez kir ko ew, çi milet û çi serpereştî, li dijî tiroristiyê li kêleka Erebistana Siûdî ye, û spasî û rêzgirtina bizavên Erebistana Siûdî dike, ko piştgiriya miletê Sûrî û daxwazên wî yên rewa dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Ragehandinê
21. 09.2019