Hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ligel endamên encûmena islamî ya Sûrî li bajarê Elbab li gundewarê Helebê yê bakur civiyan, û bi wan re qeyrana mirovî li Idlibê ya bi sedema êrîşên rêjîma Esed û Rûsya li ser herêmê, herweha kampanya ko Hevbendiya Niştimanî pê radibe, ji bo xurtkirina piştgiriya navdewletî ji bo parastina sivîlan û rawestandina bombebarana li ser Idlibê, gotûbêj kirin.
Endamên Hevbendiyê Ehmed Şihadê û Necîb Rehmûn û birêveberê ofêsa hindirîn ya encûmena islamî Şêx Ebdelah Rehal li civînê amade bûn.
Birêz Necîb Rehmûn di hevdîtinê de alava karê Hevbendiya Niştimanî ya nuha pêşdîtin kir, û tekezî li ser hebûna li hemû herêmên rizgarkirî di rêya ofês û dezgehên cîbicîkirinê û ya sereke desthilata demkî kir.
Hevbendiya Niştimanî dixwaze peywendiyan ligel hemû dezgeh û rêkxistinên şoreşger yên li herêmên rizgarkirî ên ku di heman amancên ko şoreşa Sûriyê ji bo wan rabûye hevbeş in , xurt bike.
Û tekezî li ser giringiya hevkariya hemûyan bo bizava piştgiriya xweragiriya şoreşgeran û têkbirina amancên operasiyona leşkerî ya ku rêjîm û Rûsya serpereştiya wê dikin, û pêşkêşkirina alîkariyan bo bi sedhezaran koçber û derbideran, kirin.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî