Hêzên rêjîma Esed berdewam in di pêkanîna tawanên şer li Idlibê, herweha dubare deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê têne topbarankirin, û bi sedema vê topbaranê duh roja yekşemê welatiyekî sîvîl hate kuştin û sêyên din birîndar bûn.
Li gorî Parastina Sivîl ya Sûrî, jineke sivîl şehîd ket û sê sivîlên din birîndar bûn, di nav de jinek, ji encama 15 guleyên hawinan ji hêla hêzên rêjîmê ve li ser gundê “Kfirwaid” li navçeya “Kfirnabel”.
Herweha arastina Sivîl got ku ji aliyê hêzên rêjîmê 178 topên hawinê hatine avêtin li ser gundên Kfirwaid, Me’rat Hermah, Al-Tih, Has, Tirmala, Şêx Mistefa û Um Al-Sêr.
Û rejîma Esed piştgiriyê ji sponsorên xwe werdigire ji bo pêkanîna tawanên zêdetir, herweha “Veto” ji hêla Rûsya û Çînê ve di Encûmena Ewlehiya Navnetewî de hate bikaranîn, li dijî projbiryarekê ji bo rawestandina operasyonên tobaranê li ser Idlibê û parastina sivîlan bû.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Vetoya Rûsya û Çînê li dijî projebiryara Belcîkî-Kuweytî li Encûmena Ewlekariya Netewên Yekgirtî, bi berdewamiya veşartina tawanên şer û tawanên dijemirov ji alîyê rejima Esed ve dabû zanîn.
Hevbendiya Niştimanî bang li dewletên kartêker kiribû ku bi berpirsiyariyên xwe rabin, û pevre bixebitin ji bo diristkirina mekanîzmayek navnetewî, da ku kuştin û tawanên dijî gelê Sûriyê rawestîne, û şert û mercên guncayî ji bo serxistina çareseriya siyasî li gorî biryara 2254 peyda bikin.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî