Wezîrê berevaniyê yê desthilata demkî lîwa Dr. Selîm Idrîs, gereke şopandina meydanî li ser bargeh û pêkhateyên artêşê û polîsên leşkerî pêk anî, û ligel çend efser û serpereştan hevdîtin kirin, wek beşekî ji bizavên desthilatê ji bo karibe ewlehî û aramiyê li herêmên rizgarkirî pêk bîne, û artêşeke birêkûpêk ava bike.
Her weha herdu endamên Hevbendiyê Ehmed Şihadê û Necîb Rehmûn digel birêveberê polîsên leşkerî li bargehê birêveberiya polîsên leşkerî civiyan.
Li ser giringiya hevkariya hemû dezgehan axivîn, tako pilana karê desthilata demkî biser bikeve, ko wê giringî daye pêkanîna ewlehiyê û avakirina artêşeke bihêz li gora pîvanên navdewletî.
Lîwa Selîm got ku giring e hemû alayên leşkerî li herêmên rizgarkirî tevlî artêşa niştimanî bibin û avabûnek nû jê re bête danîn.
Herweha daxwaza şopandina kêşeyên ewlehiyê û binpêkirinan kir, bi amanca ko zêdegaviyên ewlehî çênebin, û teqîn li herêmên sivîlan çi bi turumbêlan be an bi motorên teqîner be pêk neyên.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî