Endamê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ehmed Şehadî, digel serokê Yekîtiya sendîkaya Helebê ya azad, birêz Sexir Al-Alî, li baregeha Hevbendiyê li gundewarê bakurê Helebê civiya, û bi wî re behsa giringiya geşepêdana xebata sendîkayî, û organîzekirina xebata jinan li deverên rizgarkirî kir.
Di civînê de, ji aliyê beşdaran ve, mekanîzma karê sendîkayî û pêwîstiya pêşxistina pergala karnameya navxweyî, û hevrêzkariya li gel hemû sendîkeyan, yekîtiyan û pîşesazên li deverên rizgarkirî, tevlî beşdariya Hevbendiya Niştimanî di piştevaniya xebata sendikayan de hatine gotûbêjkirin.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Ehmed Şehadî bal kişand li ser pîtedana Hevbendiya Niştimanî û şopandina xebata Yekîtiya Sendîkayên azad li Helebê, û tekezî li ser girîngiya rola Hevbendiyê di organîzekirina sendîka û xebata jinan de li deverên rizgarkirî kir.
Û bal kişand li ser pêwîstiya danîna plan û nêrînekê ji bo pêşxistina xebata sendîkayan, û da zanîn ku serkeftina karê Yekîtiyê dê bandoreke erênî li ser rewşa aborî û civakî bike.
Birêz Sexir diyar kir ku yekîtiya jinan ava dibe, da karên jinan li deverên rizgarkirî organîze bike, û tekezî li ser rola girîng ya jinê di civaka Sûrî de û pêwîstiya dabînkirina beşdarbûna wan di hemû sektoran de kir.
Herdu aliyan li ser berdewamiya danûstandin û hevahengiyê bi mebesta pêkanîna nimûneyeke balkêş ji xebata sendîkayan re li deverên rizgarkirî li hev kirin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî