Şandek ji Komîta Sûrî- Tirkî ji bo şopandina rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyê civîna xwe ya duyem di hevya eylûlê de ligel birêveberiya koçberan li Istanbulê lidar xist, têde dawîtirîn daxwaznameyên ko ji komîtê re hatibûn di çarçoveya cîbicîkirina biryarên dawî yên bo mafê daniştina Sûriyan bi şêweyekî yasayî gotûbêj kirin.
Ji Aliyê şanda Sûrî ve hevrêzkara ofêsa karûnarên penaberan ya Hevbendiya Niştimanî Emel Şêxo û endamê Hevbendiyê Yûsiv Mehlî û endamê komîtê Ehmed Bekûra, û ji aliyê Tirkî ve birêveberê ofêsa koçberan Receb Bato. Herdu aliyan li ser hêsankirina pêdiviyan bo çareseriya arîşeyên Sûriyên li welayetê li hev kirin.
Şêxo diyar kir ku Hebendî hemû dosyayên daxwaznameyan ji birêveberiya koçberan re pêşkéş dike, û got ku çareserî û pêşinyar derbarê diristkirina rewşa hemû penaberên Sûrî tên pêşkêşkirin.
Birêveberê koçberiyê got ku giring e hemû Sûrî navê xwe berî 30 çêriya pêşî bo mafê rûniştina parastina demkî binivîsînin. û di pey re dê li ser serhevdana malbatan yên ko piraniya endamên malbatê mafê rûniştina demkî ya Istanbulê bi waan re hene kar bikin, bi taybetî hêsankirinên ko birêveberî pêşkêş dike, û Bato got ku navendeke nû li Asenler heye û Basek li şaredariya Esenyurtê bo hêsankirina kar ji Sûriyan re ên ko navê wan hêj bo parastina demkî nehatiye tomarkirin, û ên destûrdana çûna welayeteke din nîn e.
Birêveberê fermanberiya koçberiyê bal kêšand ser ko êdî karîn çêbûye ko destûrdana rêvingiyê ji firokxana Sebîhe û ya Istanbul bidest bixin, lê divê têkita Firokê ya ji bo welayeta ku biçê û karta parastina demkî ya heman welayetê diyar bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî