Endamê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û Serokwezîrê berê yê hikûmata demkî ya Sûrî, Cewad Ebû Heteb, tekezî li ser giringiya piştgiriya prosesa xwendina bingehîn û ya zanîngehan li deverên rizgarkirî kir, û diyar kir ku kêmasî di hemû saziyên perwerdeyê ji aliyê pisporan de heye.
Ebu Heteb bal kişand ku niha pir pêwîstî bi mamoste û pisporan heye, ji bo piştgiriya saziyên perwerdeyê yên ku derdê kêmbûna wan dikişînin, û diyar kir ku hin wane û babetên giring li fakulteya pizîşkî li zanîngeha azad ya Helebê bi rêya peywendiyên mobilan bi çend welatan re, yek ji wan Amerîka, têne pêşkêş kirin.
Wî got ku niha fakulteya pizîşkî xwe amade dike ji bo derçûna yekemîn nifşê xwendekarên xwe, ku nêzîkê 30 xwendekarê sala şeşemîn in, û 60 xwendekarên sala pêncemîn hene, û bal kişand ku niha li kolêjê nêzîkî 700 xwendekarî heye, û duhî roja sêşemê azmûna standard ji bo pejirandina xwendekarên nû hat pêkanîn, bi tevlîbûna 442 xwendekarî.
Ebu Heteb da zanîn ku “paşeroja Sûriyê bi tevahî bi serkeftina erkên me li zanîngehan û rêvebirina prosesa perwerdehiyê girêdayî ye “, û bal kişand ku pêdiviya hemû dezgehên hikûmetê li deverên rizgarkirî bi derçûyên zanîngehan heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî