Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Enes Elebde, namak ji wezîrê derve yê Birîtanî Domînîk Rab re şand, tê de spasiya wî li ser helwestên welatê wî yên piştgiriya miletê Sûrî û şoreşa wî kir.
Û diyar kir ku ew bizavên desthilata Birîtanî yên pêşwaziya penaberên Sûrî li ser xaka xwe, piştî ji rêjîma Esed û milîtanên mezhebperest tawan derheqê wan û merovên wan pêk anîne reviyane, bilid dinirxînin.
Di nama xwe de tekez kir ko giring e Birîtanya û hemû dewletên kartêker tevbigerin bo operasiyonên kuştin û terorkirinê rawestînin, tako bigehên agirbesteke tekûz û çareseriyeke siyasî ya dirist a li gora biryarên netewên yekgirtî, û ew dê bihêle penaberên Sûrî li welatê xwe vegerin.
Bal kêşand ser ko giring e alîkaiya sivîlan bibe di rêka dezgehên Hevbendiyê yên fermî re, ko desthilata demkî û yekîneya hevrêzkariyê nûnerîtiya wê dikin, û destnîşan kir ko ew dê bihêle xweragiriya sivîlan bihêztir bibe.
Û destnîşan kir ko miletê Sûrî di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, û pêdiviya wî bi piştgiriyê heye jibo rewşa aloz derbas bike, û dewleteke li ser têgehên azadî, dadwerî û desthilateke têgihiştî ava bike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî