Nûrî Brîmo, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya, rexne li kiryarên PYD girtin, û da zanîn ku di van salên borî de wê herdem kar ji bo peydakirina dijminatiyê bi cîrananan û pêkhateyên civaka Sûrî re kiriye, û PYD rasterast berpirsiyar dît li hember bûyerên li deverê biqewimin.
Brimo bi riya weşana Arkê got ku PYD gelek aniyên şer ên derve ji xwe re peyda kirine, û bûne sedema zêbûna dijminên gelê kurd li hundur, ku dema ew diçin Dêrazorê, Reqa û Baxozê kîna xelkên navçeyê li ser kurdan çêdibe.
Nûrî Brimo lê zêde kir ku Amerîkî ji bo xwe PYD wek peywanekî bikar anîn, û dema ku pêwîstiya wan nema dest ji wan berda, û Serokê Amerîka Donald Trump bal kişand li ser vê yekê dema got ku PYD gelek dirav wergirtin ji berdêla şerên li tenişt Amerîka.
Brîmo tekez kir ku PYDê heta îro ne ji bo çareseriyek aştiyane û dûrkirina deverê ji karesatan dixebite, lê ew kar ji bo birina deverê ber karesatê ve dike, da ku ji xwe û ji serkirdayetiya xwe ya nexweş re bide xuyakirin ku ew tenê berevaniya gelê Kurd û doza wî dike.
Jêder: Beşa Kurdî ya ofîsa ragihandina Hevbendiya Niştimanî / arknews