Desteya serokatiya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde û cîgirên wî û emîndarê giştî civiyan. Di civînê de dawîtirîn rewşa meydanî û siyasî ji wan jî rewşa herêmên rizgarkirî tevlî yên rojhelatê ferat û karê bi komîta destûrî ve têkildar gengeşe kirin.
Civîngeran plana karê Hevbendiya Niştimanî li herêmên rizgarkirî gotûbêj kirin, û biryar karê li wir dan, û dîsa piştgiriya xwe ji karê desthilata Sûrî ya demkî re nişan dan, û tekezî li ser giringiya desthilatiyeke bi rêzanî kirin, bi riya birêveberiyeke sivîl a hemû herêmên rizgarkirî birêve bibe.
Herweha tekezî li ser dabînkirina ewlehî û aramiyê li wan herêman kirin, hem peydeçûna kar bikin bo avakirina artêşeke niştimanîli li gor pîvanên navdewletî hem ezmûneyeke hilbijartinên pak li hemî herêmên rizgarkirî pêk bînin.
Civîn li ser amadekariyên dawî yên rûniştina karê komîta destûrî ko dawiya vê heyvê li bargehê Netewên Yekgirtî li bajarê Cinêva Siwêsrî pêk were rawestiya.
Civîngeran tekezî li ser pabendiya Hevbendiya Niştimanî bi pirinsîbên şoreşa Sûriyê kirin, tako bigehên çareseriyeke siyasî li gor planeke demnîşankirî, ya ko di biryarên navdewletî yên bi kêşeya Sûriyê pewendîdar û daxuyaniya Cinêv û biryara 2254 de hatiye
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî