Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Elferhan: Radestkirina Girtiyên Sûrî li Libnanê bo Rêjîmê Binpêkirina Yasaya Navdewletî ye

October 17, 2019
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
Elferhan: Radestkirina Girtiyên Sûrî li Libnanê bo Rêjîmê Binpêkirina Yasaya Navdewletî ye

Yasir Elferhan hevrêzkarê desteya niştimanî ya karûbarê winda û girtiyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, siyaseta astengkirina berdewam derheqê penaberên Sûrî li Libnanê bi giştî û yên girtî bi taybetî pirotesto kir.

Elferhan got ko siyaseta astengkirina girtiyên Sûrî li Libnanê vê dawiyê bû sedem ko hinek girtî hewil bidin xwe bikujin, bi sedema ko desthilata Libnanî hinek hevalên wan ji zindana Romiyê radestî rêjîma Sûriyê kirin.

Elferhan got ko pirosesa radestkirina girtiyên Sûrî rewşeke tirsank di nav girtiyên din de çêkir, ji ber ew ditirsin ku radestî rijêma ku ew ji ber wê revuyane bibin.

Û Alferhan dibîne ko ev pêngaveke metirsîdar e, li dijî yasaya navdewletî ya mirovî û yasaya navdewletî ya mafên mirovan û herçar peymanên Cinêvê û peymana Cinêv ya karûbarê penaberan e, her weha li dijî pirinsîbên mirovî û sincên parastina penaberan e.

Elferhan tekez kir ko ew hêviya dadweriya Libnanê ya serbixwe dike, ya nekeve bin bandora fişarên aliyên siyasî yên dilxwazên rêjîma Sûrî ne.

Û destnîşan kir ko ev kar ne yasayî ye û Libnanê dike ber lêpirsînê li beraber civaka navdewletî, li gor peymanên li dijî êşkenceyê û dijî radestkirina penaberan bo dewleteke din in, dema ku radestkirin bihêle jiyana wan têkeve metirsiyê.

Elferhan ji desthilata Libnanê daxwaz kir ko pêrabûnên pêdivî bike tako nehêlin ev mijar dubare bibe, her weha ji rêkxistinên mirovî û desteyên mafnasiyê yên Libnanê daxwaz kir ko bi rola xwe rabin û kar bikin da nema ev kirdeyên radestkirina girtiyan dubare bibin.

Her weha ji civaka navdewletî daxwaz kir ko peydeçûna karûbarê girtiyan bike yên ko ji bo rêjîma Esed hatine radestkirin, û çarenivîsa wan aşkere bibe û bêne parastin.

Tê zanîn ku hejmarek girtiyên Sûrî yên zindana Romiyê ya Libnanî hewil dan ko xwe bi darvekirinê bikujin, piştî ko desthilata Libnanê 5 hevalên wan radestî rêjîma Esed kirin, ev binpêkirineke aşkere ye ji yasaya navdewletî ya mafên mirovan re, bi taybetî madeya 3 ji peymana lidijî êşkenceyê ya ko Libnanê bi xwe pesend kiriye û soz daye ko pê pabend be.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Piştgiriya Cemawerî ji bo Operasyona “Kaniya Aşitiyê” û Redkirina Desthilatdariya Rejîma Esed Berfireh Dibe

Piştgiriya Cemawerî ji bo Operasyona "Kaniya Aşitiyê" û Redkirina Desthilatdariya Rejîma Esed Berfireh Dibe

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.