Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, îro înê, civînek giring lidar xist, têde behsa helawîstina operasyonên leşkerî yên li rojhelatê Feratê her weha pêşhatên karê komîta destûrê kirin.
Û serokê Hevbendiyê, Anes Alabde, her weha serokê desteya danûstandinan ya Sûrî doktor Nesir Alharîrî, û serokê Desthilata Sûrî ya Demikî, û hevserokê komîta destûrê Hadî Albahra di civînê de beşdar bûn.
Û desteya siyasî pêşwazîkirina xwe ji rêkeftina operasyonên leşkerî li Rojhelatê Frtatê û avakirina devera aram re diyar kir, û tekez kir ku roleke wê rêkeftinê ya erênî hebû di bicîkirina tevaya armancên operasyona leşkerî bê çi ziyan.
Ji hêla xwe ve, serokê Desthelata Sûrî ya Demikî birêz Abdulrehman Mustefa, tekezî kir li ser amadebûna Desthilata Demikî ji bo karê xwe li Rojhilatê Feratê dest pê bike, û pilanên hikûmetê yên di warê mukumkirina ewlehî û aramiyê li deverê pêşkêş kirin, nemaze piştî pêşketina mezin ya yekkirina alayên leşkerî di çarçova Artêşa Niştimanî ya Sûrî de, herweha di warê pêşkêşkirina xizmetguzariyan û çakkirina dosyayên hînkirin û tenduristiyê.
Herweha serokê desteya danûstandinan ya sûrî doktor Nesir Alharîrî, û serokê hevbeş ê komîta destûrê birêz Hadî Albehra, behsa amadekariyên dawiyê yên qonaxa yekem a karê komîta destûrê di dawiya vê heyvê de li baregeha Netewên Yekbûyî li Cinêvê kirin.
Û tekez kir ku tevaya dosyan hatine temamkirin ji bo beşdariyê, û tekez kirin ku nûnerên desteya danûstandinan di komîta destûrê de nerînên giring derbarê mafan û mijarên azadiyê û dezgehên ewlekarî û yên leşkerî, herweha prosesa helbijartinan û karînên hesî desthilatan, ya yasdanîn û ya dadgehan û ya cîbicîkirinê, û dabînkirina serbixwebûna wan û cudakirina di nav wan de, amade kirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî