Hêzên rêjîma Esed herêmên rizgarkirî li gundewarê Idlib û Helebê amanc kirin, di encamê de şehîd û birîndar ji sivîlan ketine, û raportên meydanî zêdebûna binpêkirinan di rojên bûrî de tomar kiriye.
Çalalvanan anîne ziman ko sivîl hatine amanckirin û hêzên Esed komelgeha niştecihbûnê li derdorê bajarokê Erûm Elkubra li rojavayê Helebê amanc kiriye.
Berevaniya sivîl ya Sûrî evro înê bal kêşand ser ko gulebaraneke topê jêderê wê hêzên rêjîmê bû komelgeha Ebû Emşe ya niştecihbûnê li herêmên rizgarkirî li gundewarê Helebê yê rojava bû, di encamê de sivîl bûn qurbanî û ziyan geha milkên xelkê.
Di encama bombebaraneke wek ya dî ji hêla hêzên rêjîmê li gundewarê Idlib, çalakvanan gotin ku bombebaran geha bajarê Kefer Nubul û bajarokên Meeret Hirme û Keferoma û Tewîl Elhelîb di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûne.
Her weha firokên Rûsî êrîşên asmanî dane ser bajarokên Rikaya Secne û Elneqîr û Kefer Secne, lê tu ziyan nehatine tomarkirin.
Her weha firokên perwane yên rêjîmê bi bermîlên teqîner girên Kibînê li gundewarê bakur yê Laziqiyê amanc kirin, tu nûçeyên birîndarbûna qurbaniyan nehatine.
Bajarokên gundewarê Idlib yê başûr ketine ber bombebarana firokên Rûsî ko ji çend rojan ve dîsa bombebaran dikin, tev ko agirbest di 31 tebaxa bûrî de hatiye ragehandin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî