Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, piştevaniya xwe ji bo daxwazên xelkê bajarê Minbicê piştrast kir, û tekezî li ser rizgarkirina bajêr ji rêxistinên terorîstî û mana wê aram û dûr ji terora hêzên rêjîmê kir, digel pêşkêşkirina her tiştê ji bo hêsankirina vegera xelkên wê.
Hevbendiya Niştimani di daxuyaniya xwe de bal kişand ku gelê bajarê Minbicê ji ereb, çerkez û turkmanan pêşwazî li bideh-hezaran koçberên ji stemkariya rêjîmê û rêxistinên wê yên terorîst di salên borî de reviyabûn kirin, û dît ku îro “erkê me ye ku em qenciya wan vegerînin û ewlekarî û azadiya wan biparêzin”.
Hikûmeta demkî ya Sûrî, digel hemû sazîyên xwe, amadebûna xwe ji bo bicihkirina erkê xwe ragihand, da ewlehî û aramiyê li bajêr peyda bike, û derî li pêş vegera xelkên wî veke.
Û tekez kir ku ev yek dê rê li hewldanên radestkirina wê ji bo hêzên rêjîmê bigire, rêjîma ku wê bihêle careke din niştecîyên wê yên mayî koçber bibin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî