Desteya serokatiyê û desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, civînek pêk anî û nûnerên Hevbendiya Niştimanî yên komîta destûrî tê de beşdar bûn, di çarçoveya amadebûna rûniştina yekem ji karê komîta destûrî de, ya dê dawiya vê mehê li bargehê Netewên Yekgirtî li Cinêvê kom bibin.
Civîngeran pirinsîbên bingehîn yên ko li gora bingehên pêrabûnên komîta destûrî cîbicî bûne û hemû biryarên navdewletî û pêşekî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 û kaxeza pirinsîban ya ji pêvajoya Cinêvê derketî û herdu daxuyaniyên Riyad 1 û 2 û ezmûneyên destûrî yên Sûrî yên berê gengeşe kirin.
Civîngeran li ser giringiya cudakirina hersê desthilatan ya rewakirin, dadwerî û cîbicîkirinê û dabînkirina serbixweyiya dadweriyê û sistema fermanberiya xwecihî axivîn.
Herweha kêşeya çareserkirina dezgehên ewlehî û leşkerî û polîsan û dabînkirina mafên mirivan û azadiya giştî û ya taybetî û damezirandina desteyên serbixwe û dezgehên bi ser ve û awayên cîbicîkirina dadweriya veguhêz û dabînkirina mafên mirovan li Sûriyê û desteyên berpirsiyar li ser vê dosyê gotûbêj kirine.
Ji hêleke din ve, amadebûyan gengeşene kûr li ser awayên serkeftina karê komîta destûrî gengeşe kirin, çimkî ew parek ji çareserkirina siyasî ye, û diyar kirin ko giring e kar bibe digel destpêkirina danûstandinên Cinêvê derbarê kêşeyên di daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê de hatine, û bi taybetî ko desthilatdariyeke bi bawerî ko nûnerîtiya hemû kesan bike, û bi desthilatiya tam be ji bo zemîneke aramiyê û bêlayeniyê pêk bîne, û amadekirina hilbijartinên giştî li welat, û ji bo avakirina baweriyê gerek biryara 2254 cîbicî bibe, û hemûyan tekezî li ser giringiya encamên gihenê derbarê paşeroja Sûriyê kirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî