Desteya niştimanî ya karûbarên bêserûşûn û girtiyan, serdana girtîgeha demkî ya terxankirî ji dîl û girtiyan re kir, û ev serdan hat pêkanîn piştî danûstendinekê di navbera desteyê û fermandarên leşkerî yên artêşa niştimanî ya Sûrî de.
Desteyê bal kişand li ser hevkariya fermandariya tabûra 123 ya artêşa niştimanî ya Sûrî li ser serdana dîl û girtiyan.
Desteyê diyar kir ku serdana wê ya pêşîn ji bo girtîgeha “Girê Spî ” li gundewarê Reqa bû, ji bo temaşekirina li riftara ligel dîl û girtiyan û bicîkirina prensîbên dadweriya mirovahî ya navdewletî û bendên Peymana Cenêvê, û ji bo piştrastkirina ku ew riftar li gorî rêzgirtina mirovan e yan jî na.
Desteyê bal kişand ku di serdanê de ligel hemû dîl û girtiyên di zindanê de axifîn, û rewşa wan û sedem û mercên binçavkirinê lêkolîn kirin, û bal kişand ser hebûna xwarin, ava paqij, avrêjnên li gor mercên tenduristî û çavdêriya bijîjkî.
Herweha desteyê guhdariya daxwazên girtiyan kir, û pêşniyar kir ku rêveberiya girtîgehê pêwendiya girtiyan bi malbatên wan re dabîn bike, û sozek ji bo vê yekê ji rêveberiya zindanê wergirt.
Desteyê bersiva fermandariya tabûra123’an da, û amadebûna xwe ji bo domandina hevkariyê bi desteyê re ji bo pêşxistina çanda mafên mirovan û bicihanîna standardên hiqûqa mirovahî ya navnetewî diyar kir.
Desteyê tekezî li ser giringiya ku ev pîvanên giştî di nav çekdarên artêşa niştimanî de yên ku nûnerîtiya nirx û exlaqên şoreşa Sûrî di azadî û dadmendîyê de dikin kûrtir bibin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî