Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ebdilbasit Ebdiletîf, li bargehê Hevbendiyê li Istanbulê pêşwaziya nûnerin komela Mala Sûrî kir, û ligel wan rewşa penaberên Sûrî yên ko li Tirkiyê ne û xizmetên komîta hevbeş ya Sûrî-Tirkî bo wan pêşkêş dike gotûbêj kirin.
Ebdiletîf bal kişand ser rola giring ya ko komeleya Sûriyê li Tirkiyê ji bo rêkxistina rewşa Sûriyan pê radibe ,û piştgiriya xwe ya tekûz ji wan re tekez kir, û got ku Hevbendî amade ye bi wan re kar bike û alîkariya wan bike.
Herdu aliyan rewşên ko ji komîtê re hatine û hêsankirinên ji bo wan hatine pêşkêşkirin ji bo mafê rûniştinê li ser xaka Tirkiyê bi şêweyekî yasayî û pêrabênên rêkxistinî ko karibin arîşeyên wan bi piranî çareser bikin gengeşe kirin.
Emîndarê giştî ligel endamên şandê di civînê de li ser rewşên wan û aliyên fermî yên Tirkiyê û tiştê di pey re pêk bê axivîn, û bi taybetî piştî civîna komîta teknîkî herweha birêveberê fermanberiya koçberan ya hefteya bûrî hatine gotûbêjkirin.
Şandeyê û emîndarê giştî çawaniya peywendiyan û mekanîzma karê navbera Hevbendî û komela mala Sûrî de ji bo rewş û himberiyên têne pêşberî Sûriyan bo guhestina wan bo aliyên fermî yên Tirkî, gotûbêj kirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî