Erebistana Siûdî digel 50 dewletên din, pirojeyê biryareke navnetewî yê roniyê dide ser rewşa mafên mirovan li Sûriyê û hêzên ewlekariya rêjîma Esed ên berdewam in di kuştina girtiyan de pirotesto dike, li xwe girt.
Nûnerê herdemî yê Erebistana Siûdî, balyoz Ebdulah bin Yihya Elmuelimî, di daxuyaniyekê de li pêşberî komîta sêyem ya derdarê benda (70 c) ya ji bo mukumkirina pabendiya bi parastina mafên mirovan, got ku sal dibûrin û derdê miletê Sûrî û zordariya dijî sivîlan berdewam e.
Elmuelimî got: Eger cih û awayê zordariyê li Sûriyê hatiye guhartin, lê derd her ew derd e, û destnîşan kir ko daxuyaniyên emîndarê giştî û nûnerê Netewên Yekgirtî yê mafên mirovan destnîşan dikin ko tawanên li dijî mirovîniyê li Sûriyê hêj berdewam in.
Elmuelimî diyar kir ko rewşên mafên mirovan li Sûriyê yên biryarên berê ew pirotesto kirine, hêj hene, ji wan jî şeş milyon kesên koçberî derveyî welat bûne, û nêzî heft milyon mirovên li hindir derbider bûne, û çekên qedexeya navdewletî bikar tên.
Nûnerê herdemî yê Siûdî tekez kir ko raportên Netewên Yekgirtî yên dawiyê, berpirsiyariya piraniya binpêkirinên li Sûriyê da ser milê rêjîmê, û tekez kir ku ev biryar kuştina girtiyan li girtîgehên ewlekariya leşkerî ya bi ser rêjîma Esed ve pirotesto dike.
Elmuelimî destnîşan kir ko ev biryar xweşhaliyê bi lihevkirina ko li gora wê komîta destûrî çêbû û dest bi karê xwe kir diyar dike, û dibîne ko komîta destûrî çirîskeke ber bi çareseriyeke siyasî de ya derdê miletê Sûrî bidawî bike, û vegera ji ber xwe ve ya penaberan li gora pîvanên navdewletî dabîn dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî