Dîsa xwepêşandên milet li cih û meydanên corbicor li parêzgeha Der’a jêdera şoreşa Sûriyê çêbûn. Xwepêşinderan çend kêşe anîn ziman wek berdana girtiyan, bidawîanîna hebûna Îranê li başûrê Sûriyê û bidawîkirina stemkariya dezgehên ewlekariyê dijî xelkên parêzgehê.
Bi dehan xelkên taxa Elbeled li Der’a duhî piştî nimêja înê, tevli tundiya hêzên ewlekariyê, derketin xwepêşindanan, û daxwaza berdana girtiyan ji zindanên rêjîmê û bidawîanîna hebûna milîsên Îranî li parêzgehê kirin.
Xwepêşinderan siloganên protestokirina milîsên Hizbulaha tirorist û milîsên Îranî hildan, û hin dirûşmên ko hildane: ‘’ez dê û bav û birê xwe yên girtî dixwazim ‘’, “azadî ji girtiyan re”, “Îran û hizbulah cihê we li vir nîn e”, û daxwaza rûxandina rêjîmê kirin.
Her weha xwepêşandaneke wek wê li bajarokê Sehim Elcolan li gundewarê Idlib yê rojava derket, tê de daxwaza qewitandina milîtanên Îranî ji parêzgehê û berdana girtiyan ji zindanên Esed kirin.
Kesin nediyar li gundê Elkerk Elşerqî û bajarokê Elgariye Elşerqiye li bajarê Dera, hevokin li ser dîwarê kolan û dibistanan nivîsandin, ji wan jî : ‘’Îran û hizbulşeytan, bila em nemînin eger hûn bimînin”, “azadî ji bo girtiyan”, “qîrîna girtiyan emanet e”, “bi bêdengiya we dernakevin ‘’, û daxwaz kirin ko girtî bêne berdan û milîsên Îranî derkevin.
Tevgereke sivîl li herêma başûr di dema dawî de çêdibe, tev ko ketina wê di ber lihevhatinan û tundiya ewlekariyê de , bi nivîsandina hevokên li dijî rêjîmê, û xwepêşindanên şevê, wek rewşa piraniya herêman ji destpêka şoreşê ve sala 2011ê, û wêneyên Beşar çirandin û daxwaza rûxandina rêjîmê kirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî