Di pêvajoya plana emîndariya giştî bo têkiliya digel komele û dezgehên Sûrî yên li Tirkiyê, emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî, Ebdilbasit Ebdiletîf, serdana ‘’ Mala Sûrî ‘’ li Istanbulê kir, bi amanca têkilî û şopandina rewşa Sûriyên li Tirkiyê dijîn.
Emîndarê giştî tekezî li ser giringiya hevrêzkarî û kartêkerkirina mekanîzmayên hevbeş derbarê rewşa Sûriyan li Tirkiyê kir, her weha li arîşe û astengiyê dikevin pêşiya wan guhdarî kir.
Û got ku giring e rewşa yasayî ya Sûriyên li Istanbulê çareser bibe, tako hemû Sûrî di rewşake yasayî de û ne jiderveyî sistemê bin, li gora temîniyên komîta Sûrî-Tirkî ya hevbeş.
Emîndarê giştî digel fermanberiya Mala Sûrî giringtirîn pêşkeftinên meydanî û yên siyasî yên şoreşa Sûriyê û encamên ko komîta destûrî ya gera berê li Cinêvê gihiştinê pêşdîtin kirin, û behsa gera duyem a di 25 vê heyvê de ye kir.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî