Serokê Desthilata demkî birêz Ebdurehman Mustefa û hejmarek ji wezîran, gereke meydanî li hundirê bajarê Babê yê gundewarê Helebê pêk anîn, û li ser dezgehên bajêr geriyan û xelk dîtin û rewşa wan û hewcedariyên wan piştî teqîna terorîstî ya roja şemiya bûrî sûka bajêr armanc kiribû şopand.
Serokê desthilata demkî û şanda pêre bi serdana nexweşxana bajêr û dîtina birîndarên teqîna terorîstî dest bi gerê kir, û rewşa birîndaran şopand û hêviya saxlemiyek nêzîk ji wan re kir, her weha serdana kesûkarên şehîdan kir û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir, û daxwaza sebr û semaxê ji wan re kir.
Paşre serokê desthilatê û wezîrên pêre hevdîtin bi serokê encumena xwecihî û endamên encumena bajarê Babê re kir, û pevre rewşa ewlekarî ya bajêr û riyên herî baş ji bo sepandina aramiyê li bajêr û deverên azad yên din gengeşe kirin.
Û Mustefa tekezî li ser giringiya mukumkirina hêminî û ewlehiyê û pabendbûna tevaya endamên polîs û ewlekariya giştî bi erkên li ser mile wan kir, ji bo nehêlana çêbûna tu bûyerên wek wê teqînê, û guhdana ewlehî û aramiya hevwelatiyên deverê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî