Balyozê Sûriyê li Qeterê Nizar Hirakî û sekretêrê yekem endazyar Hazim Lutfî, serdana birêveberê giştî yê desteya rêkxistina karên xêrxwazî ya Qeterî birêz Ebdelah Eldihêmî kir, û digel wî rewşa mirovî ya aloz li bakurê Sûriyê û li kampên sînorî gotûbêj kirin.
Herdu aliyan awayê piştgirî û pêşketina karê çend rêkxistin û komeleyên mirovî û yên xêrxwaziya giştî li herêmên rizgarkirî û kampan gengeşe kirin.
Herdu aliyan li ser giringiya firehkirina berê kar tekez kir, tako alîkarî bigehên gelek kesên ziyan li wan hatiye kirin, û bi taybetî di vê pêla derbideriya dubarekirî li bakurê Sûriyê ji ber rewşa mirovî ya aloz.
Elhirakî tekez kir ko zivistan bi ser Sûriyê de tê, û serme pê re tê, û tête texmînkirin ko derbider û koçber tuşî seqayeke pir zehmet bibin, û daxwaza kirina hemî karên pêkan kir da nehêlin bobelateke mirovî çêbibe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî