Ji çalakiyên ofêsa têkiliyan ya desteya danûstandinên Sûrî, serokê hevbeş yê komîta destûrî Hadî Elbehre û şanda li gel ya Cinêvê, duhî çarşembê, di riya peywendiyek vîdyoyî re digel desteya danûstandinên Sûrî û nûnerên wan di komîta destûrî de, du civînên cuda lidar xistin, ji wan re şiroveyek li ser tiştê di hersê rojên pêşî ji xula duyem ya komîta destûrî de çêbûye pêşkêş kir.
Elbehre bi berfirehî behsa gotûbêjên digel şandyarê navdewletî Ger Pederson di hersê rojên bûrî de tako bigehên lîsteyeke kar bo vê xulê kir, û destnîşan kir ko sê pêşinyaz hatine pêşkêşkirin, a yekem di 21 çirîya duyem anko berî lidarxistina karê xulê, bi amanca demê bidest bixin û hin kaxezên destûrê misoger bikin.
Bal kêşand ser ko şanda rêjîmê heta vê sibehê çi pêşinyar bo lîsta kar pêşkêş nekirine, û ew sûr bûn li ser ku kaxeza pirinsîbên niştimanî lîsteya karê vê xulê be.
Elbehre tekez kir ko şanda danûstandinan erê kir li ser ko di nav pirinsîbên bingehîn û pirinsîbên siyasî û pêşgotina destûrê di çaçoveya desthilata komîtê de be, lê şanda rêjîmê red kir û sûr bû ko li derveyî çarçoveya destûrî bête gengeşekirin.
Elbehre diyar kir ko şand dê li bargehê Netewên Yekbûyî vegere, tako digel şandyarê navdewletî û tîma wî kar bike, û tekez kir ko miletê Sûrî di her buhistekê ji Sûriyê de çaverê ne ko komîta destûrî çareseriyekê bibîne û vî kabûsî bidawî bike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî