Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, korbendek ji bo danasîna karê komîtê û rola wê di vejiînkirina spor sûrî li dar xist, bi beşdarbûna emîndarê giştî yê komîtê , Ehmed Cemîl Alalî, û cîgirê serokê komîteyê Muder Hemad Eles’ed, û endamên ofîsan, û hejmarek mezin ji kadroyên werzişî.
Û beşdaran ketwara werzişa Sûrî dan diyarkirin, ku yarîgehên sporê ne baş in, nemaze piştî armanckirina wan ji hêla hêzên Esed û milîsên bi ser ve.
Û tekezî li ser giringiya berdewamiya çalakiyên werzişvanên azad kirin, û berzkirina wan ji navê Sûriya şoreşê re li ser asta navdewletî û erebî.
Û behsa rêyên kartêkerkirina komîteyê û bikarînkirina wê da karibe avahiyên werzişî û yarîgehan li deverên azad ên corbecor ava bikin, û vegerandina avahiyên wêrankirî bo kar, her weha destpêkirina çalakî û qehremaniyan bo corên werzişê yên têvel.
Û di dawiya korbendê de, xelat li derçûyên ji korsa “ Hekemên werzişa topa pê”, ku 12 beşdaran ezmûnên razberî û piratîkî derbas kirin,û ew wek gaveke pêşîn bû ya zincîreke korsên tên ên ji bo perwerdekirina xwendekarên werzişvan.
Jêder: Ofîsa Raguhandinê ya Hevbendiya Niştimanî