Hukûmeta sûrî ya demkî lêbûrînek derxist, ji bo kesên ji neçarî tevli milîsên PYD bibûn, û ti gunehekarî nekirine, û hukûmetê tekez kir ku ev biryar hate standin ji bo mukumkirina biratiya niştimanî, û bicîkirina pirensîpa jiyana hevbeş di bin duruşma “Sûriya welatê hemû sûriyan e”.
Û hukûmeta demkî di daxyaniya xwe de got: “ Divê welatiyên deverên rizgarkirî yên rojhilatî Ferêt ên ku hatine xapandin û tevlî rêxistinên terorît bûne, û destên wan bi xûnê nebûne, çekên xwe bavêjin û xwe radestî hêzên asayîşê bikin, û em vegerandina wan û malbetên wan bo navçe û gundên wan li xwe digrin”.
Û hukûmetê desnîşan kir ku piştî bersivdana hejmareke mezin ji weltiyan ji bangewaziyê re, û bicîkirina perensîpên mirovahî û pêkanîna erkan derbarê welatiyan, dê her yekî ji ber xwe ve xwe radestî hêzên asayîşê kiribe, û piştî vekolînan diyar bibe ku ew beşdarî ti tewankariyan nebûye, dê were serbestberdan .
Daxuyaniyê eşkere kir ku duh duşemê girûpa yekem hat serbestberdan, û got ku ew dikarin vegerin nav malbat û herêmên xwe, ji bo bi birayên xwe re di nûavakirina deverên ku rêxistinên tîrorît wêran kirine beşdar bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî