Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes Alabda, nameyek ji Encumena Ewlekariya Nêvdewletî re şand, derbarê giringiya nûkirina biryara navdewletî ya taybet bi gihiştina bi azadî ji alîkariyên mirovî re bo hewcedarên li Sûriyê di riya tevaya rêbuhêrkên sînorî re, tevlî yên di bin destê rijêmê de jî.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî, bal kişand ser giringiya pabendiya bi bicîkirina tekûz ji biryara Encumena Ewlekariyê 2165 ya sala 2014 re, herweha demdirêjkirina ku ji biryara 2449 ya 2018 re bibû, û daxwaza nûkirina karûbarên di herdû bendên duyem û sêyem de yên biryara 2165 ya sala 2014an de , ya ku karkirina pê bidawî dibe, di 10 kanûna paşîn ji sala 2020 li gor biryara 2449 ya sala 2018, ji Encumena Ewlekariyê kir, û dît ku ew beşek ji erkên bingehîn ên Encumena Ewlekariyê ye, û diyarkirina pabendiya berdewam bi çareserkirina rewşa mirovî ya têkçûyî li Sûriyê.
Û Alabda di nameyê de amaje bi rewşa mirovî ya her diçe xerbtir dibe li Sûriyê kir, tevlî pêlên derbiderbûn û wêranbûnê ji ber berdewamiya operasyonên leşkerî, bi taybetî li devera bakurê rojava, ya bi milyonên sûriyan ji xelkên deverê û derbideran lê dijîn, ya armanckirina wê di vê dema dawî de bi şêweyekî giran ji hêla rijêmê ve berdewam e.
Herweha serokê Hevbendiyê di vê derbarê de bal kişand ser raporekê ku Emîndarê Giştî di 15 heyva çirîya pêşîn a 2019 derbarê biryarên peywendîdar, tevlî herdû biryaran 2165(2014) û ya 2449(2018), yên ku salixdana rewşa mirovî ya têkçûyî li Sûriyê têde hatibû, herweha berdewamiya dijwariyên gihandina alîkariyên mirovî bo hejmarek ji deverên ku hewcedartirîn deverin re.
Û diyar kir ku rewşa mirovî dê xerbtir bibe, dema werzê zivistanê were, û sermayê bi xwe re bîne, di dema ku bimilyonan derbider bêwar in, yan jî li kampên ku kêmtirîn mercên jiyanê li wan tune ne dijîn.
Û Alabda tekezî li ser giringiya çavdêriya ji nêzîk ve kir, herweha avêtina tevaya pingavên pêwîst ji bo bicîkirina biryarên peywendîdar bi dabînkirina alîkariyên mirovî li tevaya deverên Sûriyê, û bi taybetî ew deverên di rewşeke mirovî ya dijwar de dijîn , mîna Idlib û Hemma û Heleb û Laziqiyê, û daxwaza berfirehtirkirina dabeşkirina alîkariyên mirovî kir, da li gorî hewcedariyên bingehîn ên xelkê bin, wek war û xizmetguzariyên tenduristî û hînkirinê.
Û herweha tekezî li ser giringiya pişgiriya pêvajoya siyasî ji bo bicîkirina veguhestina siyasî kir, herweha daxwaz ji hemî aliyan kir, ji bo bi rengekî erênî tevlî prosesa siyasî bibin, bi armanca bicîkirina biryarên navdewletî, û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254, û gihiştina çareseriyeke giştgîr û gihiştina çareseriyeke bingehîn ji qeyrana aborî re li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî