Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Biryardana Encumena Pîran a Amerîkî ji yasaya Qeyser re , ji ber dîmenekî bobelatî hat, ku gelê Sûriyê bi rengekî berdewam bi dirêjiya salan rûbirûyî kirêtirîn operasyonên kuştin û işkence û derbiderkirinê dibe di serdema nû de.
Ew yasaya ji ber rawestandina Rûsan a berdewam ji karê Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî re, di riya bikaranîna gelek caran mafê redkirinê VETO re, ji bo parastina rijêmê û vêxistina gilopa kesk jê re da her tiştê dixwaze bike, û ew rawestandin bo hokarê vekirina rê ji tevaya van tewanên tirsnak re, ên ku Qeyser karîbû beşekî biçûk ji wan belge bike.
Û tevlî pirderengmana bicîkirina karên têkilî biryardana van yasayên sizayan, lê derketina biryarê wateyek xwe ya mezin heye, û li benda imzakiririna serokê Amerîka ye da amade bibe.
Û giring e, tekezî bibe li srer ku hokarê sereke yê tiştê li Sûriyê dibe û ta gihaye vê radeya xerab, rijêma Esed û piştgirên wê û her kesê berdewam e di dana pereyan û çekan û milîsan de, anjî sîwana siyasî ya pêwîst jê re dabîn dike.
Gengaz bû ku ev yasa ji berî çend salan de têkeve warê bicîkirinê de, lê tevlî derengmanê jî, hêviyeke mezin heye ku ev yasa bikar bê ji bo piştgiriya pêşdebirina pirosesa siyasî li sûriyê.
Hevbendî hêviyên xwe tîne ziman ku ev yasa bi rengekî jidil were bicîkirin, da hemû kesên gunehkar û berpirs di ber kuştin û koçberkirin û işkencekirina gelê Sûriyuê de, û nehêle ti ziyan derheqê gelê Sûriyê bibe, anjî bibe sedema encamdana ziyanên demdirêj dijî wî gelî, nemaze ku dê rijêm bizavê bike da encamên yasayê bavêje ser milê gelê Sûriyê, û wê bikar bîne ji bo girankirina barê sivîlan.
Û Hevbendî balê dikşîne ser keda cihê sipasiyê ya hejmarek ji saziyên Sûrî-Amerîkî , ji bo piştgiriya pirojeyê yasayê û dabînkirina gihandina wî bo qonaxa dengdanê li Encumena Pîran a Amerîkî, herweha keda leşkerên nediyar ên ku beşdarî di parastin û veguhestin û belgekirina wêneyan de û di serî de wênegir Qeyser bilin nirxand.
Yasaya dê beşdariyê di ziwakirina jêderên perepêdana tewanên cengê yên dijî gelê Sûriyê bike, û dê dewlet û aliyên hevkariya bi rijêma tewankar re hêsan dîtibûn pêşberî encamên karên wan bike, û dê bandoreke wê ya giring hebe ji bo ferzkirina ecindeyên danûstandinên rasteqîn li ser rijêmê, û sepandina fişaran di dosya girtiyan de, herweha ji ber ew nameyeke giring e, da bide naskirin ku çanda rizgarbûna ji sizayan li Sûriyê nemaye ji îro û pêde.
Hevbendî tekeziyê li ser giringiya ku aliyên kartêker vê yasayê wek derfet bibînin, da bêlebatiya navdewletî derbarê reşa Sûriyê bidawî bikin, û kar ji bo yekkirina tevaya karînên pêwîst bikin ji bo bicîkirina biryarên navdewletî û di serî de biryara 2254.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
18 kanûna pêşîn 2019