Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûrî, Yasir Elferhan, diyar kir ku karê desteya danûstindinan ya Sûrî berdewam e, ji bo şopandina dosya desthilatdariyê, da bighêje pêşinyar û çareseriyan ji bo avakirina “jîngeheke ewle û bêlayen” ya ku di biryarên Netewên Yekbûyî yên girêdayî rewşa Sûrî de hatiye, û di serê lîsteya wan de daxuyaniya Cinêv û biryara 2254.
Elferhan bal kişand ser giringiya cîbicîkirina biryara Navdewletî ya avakirina jîngeha aram û bêlayen ya ku hat gengeşekirin di werkşopa ku ji aliyê desteya danûstindinan ya Sûrî ve hatibû li darxistin, û di encama wê de hin pêşinyar hatin pêşkêşkirin ji bo danûstendinan di qunaxa bê de, ji bo cîbicîkirina biryara 2254.
Elferhan li ser giringiya cîbicîkirina jîngeha aram û bêlayen li gor pîvanên daxuyaniya Cinêv û biryara Navedewletî 2254 tekez kir, û bi taybetî guhertinên girêdayî Artêş û polîs û hêzên Ewlehiyê, û dît ku peydakirina jîngeheke aram û bêlayen mercekî sereke ye ji bo serkeftina pirojeya guhertina Dîmuqratî li Sûriyê, di riya hiştina ku welatiyên Sûrî pêşroja xwe bi viyana xwe di riya şêwazên Dîmuqratî re destnîşan bikin.
Di heman mijarê de Elferhan tekezî li ser giringiya pabendiya bi biryara Navdewletî 2254 kir, û anî ziman ku danûstendin dê li gor wan biryaran be, û naveroka wê tekeziyê li ser avakirina desteya desthilatdariya veguhêz dike.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî berdewam kir û got ku ” xala yekem ji biryara 2254, gerantiyê dide ku daxuyaniya Cinêv cîbicî bibe, û li gor xala Çaremîn wê hilbijartin li Sûriyê di bin çavdêriya Navdewletî de bên lidarxistin, û xalên 12-13 doza serbestberdana girtiyên siyasî dikin, û ya 14 daxwaza peydakirina jîngeheke aram ji bo vegera penaberan dike “.
Di dawiyê de Elferhan eşkere kir ku peydakirina jîngeheke aram pêwîst e, ji bo rêfrandoma li ser destûra nû ji hêla welatiyê Sûrî ve, û got:” karûbarên bidestxistina erêkirina giştî; hewcedarî atmosfereke azad e, ji bo cîbicîkirina encamên komîta Destûrî”, û bal kişand ku li gor xala çaremîn ji biryara Navdewletî , Encumana Esayişa Navdewletî piştgiriya proseseke siyasî dike “ya desthilateke xwedan bawerî ya nûnertiya tevaya pêkhateyan dike ya dûrî regezperestiyê be ava bike, û helbijartinin azad û cihê baweriyê pêk bînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî