Desteya Siyasî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civîna xwe ya heftane îro pênşemê li dar xist, bi serokatiya serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebdê, û amadebûna serokê desteya danûstandinan ya Sûrî Nesir Elherîrî, û hevserokê komîteya destûrî Hadî Elbehra, û rewşa Idlibê pêşhatên dawî yên pirosêsa siyasî gotûbêj kirin.
Di civînê de raporek ji aliyê ofîsa peywendî û vekolînên leşkerî ve hat pêşkêşkirin, derbarê rewşa meydanî û pilan û operasyonên şer yên vê dawiyê li Idlibê û gundewarên Helebê, piştî herifîna rêkeftina agirbestê, ya li Anqerayê di nav herdû serokên Rûsya û Turkiyê de hatibû ragihandin, ji encama pabendnebûna Rijêmê û piştgirên wê bi erkên xwe yên derbarê rêkeftinê,.
Û ji aliyê siyasî ve endaman rawestana civînên komîteya destûrî ji encama redkirina Rijêmê ji çareseriya siyasî re û berdewamiya wê di hewildanên sepandina çareseriya leşkerî ya xwîndar gengeşe kirin, her weha redkirina pêşwazîkirina şanderê navdewletî yê taybet bo Sûriyê Ger Pederson, ji bo lihevkirina li ser dem û xişteya karê qonaxa were ya civînê.
Û desteya siyasî ji civaka navdewletî xwest ku fişaran li rijêmê bike ji bo ber bi cîbicîkirina biryarên Encumena Ewlekariyê ve were, û beşdariyê di piroseseke gotûbêjan ya nû de bike.
Û ji hêla xwe de Hevbendiya Niştimanî encamên civîna xwe ya bi Encumana Niştimanî ya Kurdî re pêşkêş kirin, û behsa pêşinyarên herdû aliyan û giringiya pabendiya bi belgeya lihevkirinê ya di nav herdû aliyan de hat kirin.
Û şiroveyek derbarê civîna desteya siyasî li gel aliyê Emerîkî hat pêşkêşkirin, ya ku têde tekezî li ser helwesta welatê xwe kir, derbarê berdewamiya bidûrxistina rijêmê ji aliyê siyasî ve, û nehêlana çi hewildanên normalkirin û bestina peywendiyan pê re, her weha berdewamkirina sizayên sepandî li ser kesayetî û dezgehên rola wan di kuştina gelê sûrî û koçberkirina wî û wêrankirina bajar û gundên wî de heye.
Û derbarê komîteya sûrî-tirkî ya hevbeş ya erkdar bi şopandina karûbarên sûriyên li Tirkyê, endamên Komîteyê diyar kirin ku hejmara daxwaznameyên ji wan re hatina gihaye 10300î, û serederî li gel 96% ji wan bûye.
Jêder : Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî