Civînên rola 49emîn yên desteya giştî ya Hevbendiya NIştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, sibe şemiyê dê dest pê bibin, û hejmarek ji kêşeyên giring yên girêdayî bi hilweşîna rêkeftina agirbestê piştî binpêkirina wê ji hêla Rûsya û rijêma Esed ve, herweha dawîtirîn pêşhatên prosesa siyasî gengeşe bibin.
Û serokê Hikûmeta Sûrî ya Demikî, Abdulrehman Mustefa, û wezîrên hikûmetê dê lê beşdar bibin. Û yekemîn dosya dê gengeşekirina bobelata mirovahî ya li Idlibê be, piştî derbiderbûna mezin ya ber bi deverên nêzî sînorê Tirkiyê, û pêkêş kirina çareyên lezgîn bi hevkariya li gel Netewên Yekbûyî û Dewletên Dostên Gelê Sûriyê û rêxistinên navdewetî û yên xwecihî yên di warê mirovahî de kar dikin.
Û di civînan de dê serokê Hevbendiya Niştimanî, Enes Alebde, û cîgirên serok û emîndarê giştî yê hevbendiyê û hevrêzkarên ofîs û komîteyan raporên karên xwe û karên ku kirine wek hevdîtinên ku bi dewletên dost û yên bira re kirine derbarê mukumkirina têkiliyan û gihiştina helwesteke piştgir ji bo gelê Sûriyê û doza wî ya rew pêşkêş bikin.
Û Ofîsa Têkilî û Vekolînên Leşkerî dê helwesta meydanî ya li Idlib û gundewarê Helebê, piştî hilweşîna lihevkirina agirbestê ji encama pêkanîna rijêma Esed û sponserên wê ji 2 komkujiyên tirsnak re li Idlib û gundewwrê wê yên ku têde bidehan qurbanî û birîndar ketin, pêşkêş bike.
Û endamên civîna desteya giştî dê pêşketinên Hikûmeta Sûrî ya Demkî li deverên azad û giringtirîn destkeftên hatine pêkanîn derbarê ewlehî û aramiyê û avakirina dezgehên xizmetguzarî yên nû û dadgehên dadweriya leşkerî, gengeşe bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî