Tevgerke penaberiyê ya bi hezarên sivîlan, Ji duh ve, li gund û bajarokên gundewarê rojavayê Helebê çêdibe, ji ber bombebarana hêzên rêjîmê û balafirên Rûsî li ser taxên niştecîkirî, piştî demeke aramiyê li wê devera ku bi deh hezaran koçberên Hama û Idlibê berê xwe dabûnê.
Û çalakvanin gundewarê Helebê îro ragihandin ku nimêja înê li piraniya bajarên rojava û başûrê gundewarê Helebê nehat kirin, ji ber topbarana asîmanî û gulebarana li ser deverê, di heman demê de Navenda Medyayî ya Helebê, vîdyoyek weşand, tê de dema bombebarana balafirên şer li bajarokê “Kafrnaha” li gundewarê rojavayê parêzgehê diyar kirin.
Û helmeta bombebarankirinê ya nû li ser gundewarên rojavayê Helebê, bi balafirên şer ên Rûsî û topavêjên giran ji aliyê Rêjîmê ve, bû sedema derbiderbûna xelkê ji Xan Elesel, Encara, Elmensora û Elraşidîn û derbiderbûna piraniya xelkê Bişratîn û Kefer dail.
Û Serjimêrên destpêkê diyar dikin ku zêdetirî 15 hezar mirovî ji deverên armanckirî derbider bûne, ji ber êrişên asîmanî yên bêserûber û tund ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsyayê ve, û hejmarek ji malbatên penaberên ku ji deverên xwe reviyane gihîştin kampên li nêzî sînorê Tirkiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî