Li bajarê Elsiwêda û herêma “Şehba” başûrê Sûriya, yên ku di bin kontrola hêzên rêjîmê de ne, Xwepêşandanên nerazîbûnê hatin nûkirin, Jiber zehmetiya rewşa jiyanê û aborîya xirab ya ku welat tê de dijî.
Û çalakvanan ragihand ku bi sedan ciwan duh danê êvarê, derketin xwepêşandanekê pêşberî avahiya parêzgehê, û piştre ber bi meydana “Elsir” li bajarê Elsiwêda ve çûn, da ku li dijî “gendeliya hukûmetê” û aborîya xerab û zehmetiya jiyana rojane derkevin, nemaze piştî hilweşîna dîrokî ya nirxa pereyên Sûrî li hember dolarê Amerîkî.
Û Xwepêşanderan pankartên nerazîbûnê li dijî gendeliyê rakirin, û di xwepêşandanê de dirûşmên wek “dize dize, ev hikûmet diz e”û “derewîn e derewîn e, medya rêjîma Sûrî derewîn e” û “Em dixwazin bijîn.”
Û di heman demê de bi dehan ciwanên bajarê “Şehbayê”, ya girêdayî parêzgeha Elsiwêda, li kolanên bajêr derketine xwepêşandanekê , û bi dirûşma ” Heyfa te Şehbayê , gelê te di xwepêşandanê de beşdar nabin” û kartonin din rakiribûn, li ser hatibû nivîsîn: “şoreşa birçiyan” û “we em fetisandin” û “tirs tune tirs tun, ji ber her tişt aşkere ye” û “yê ku beşdar nebe bê rûmet e”.
Hêjayê gotinê ye ku hin çalakvanên bajarê Elsiwêda roja çarşema borî daxwaza derketina xwepêşandanan bi sedema kirîza aborî kiribûn, di bin durişma , em dixwazin bijîn, wek nerazîbûnekê ji xerbbûna rewşa aborî ya ku rêjîma Esed bi siyaseta xwe ya paşketî welat gihandiyê.
Û piraniya gelê navçeyên Sûrî, nemaze yên di bin kontrola hêzên Rêjîma Esed de, derdê buhabûna madeyên bingehîn dikişînijn, ji ber hilweşîna nirxê leyreya Sûrî li hember dolarê Emrîkî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî