Tora Sûrî ya Mafên Mirova, di rapora xwe ya taybet bi şopandina rewşa mafê mirovan li Sûriyê, derbarê berztirîn binpêkirinên mafên mirovan di heyva kanûna paşîn de, got ku binpêkirinên herî pir li ser destê hêzên Rûsiya û rêjîma Esed çêbûne.
Û raporê doh duşemê, diyar kir ku 286 sivîl, di nav de 73 zarok û 30 jin , hatine kuştin, û piraniya wan bi destê rêjîma Esde û Rûsiya ne , her weha kadroyekî bijîşkî û 3 ji endamên berevaniya sivîl di nav qurbaniyan de hebûn, û raporê kuştina 7 kesên din ên di bin îşkencê de jiyana xwe jides dane belge kir.
Û raporê anî ziman ku ne kêmtir ji 111 êrîşên li ser navendên jîndariyê hatine kirin, 105 ji wan bi destê rêjîma Esed û Rûsiya bûn, û bêtirê wan li parêzgeha Idlibê ne, û raporê bal kişand ser ku di nav xalên armanckirî de 14 dibistan, 3 avahiyên bijîşkî, 33 perestgehên olî hebûn.
Û raporê diyar kir ku hêzên rêjîmê heyva borî ne kêmtir ji 3 êrîşên bi narincokên goşeyî pêkanîne, û tevaya êrîşan li Idlibê bûn, û got ku balefirên rêjîmê yên cengê û hîlokoptran ne kêmtir ji 353 bermîlên teqîner bi ser xelkê devêrên parêzgeha Idlib û Heleb û Hemayê de berdane.
Û raporê got ku hemû nîşanên Torê kom kirine tekez dikin ku êrîş dijî sivîlan bûn, û got ku hêzên rêjîmê û Rûsiya tewanên corbecor yên dervayî qanûnê kirine, wek kuştin, girtin, îşkencekirin û bêserûşûnkirinê, û diyar kir ku ew êrîş bûn sedema wêranbûna mal û avahiyan.
Û raporê tekez kir ku rêjîma Esed qanûna navdewletî ya mirovahî û yasaya naskirî û biryarên Encumana Ewlekariyê ya Navdewletî binpê kirine, û nemaze biryara 2139 û ya 2042 ya girêdayî bi serbesrtberdana girtiyan û biryara 2254 an, û tevaya van biryaran ji hêla rêjîmê ve hatine binpêkirin, bêyî ti sizedan.
Û rapora tora mafnasî daxwaza gavin din ji Ewlekariya Navdewletî kir, piştî derketina biryara 2254, û giringî da rakirina doseya Sûrî bo Dadgeha Tewankariyên Navdewletî û sizedana hemû kesên gunehkar, di nav de rêjîma Rûsiya, piştî aşkere bû ku wê tewanên cengê li Sûriyê pêkanîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî