Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Yasir Elferhan, hevdîtinek bi Endamên Encûmena Revenda Sûriyê li Paytexta Qeterê Eldewha re lidar xist, û bi wan re li ser rewşa xeternak li Idlib û gundewarê Helebê axivî, û behsa karên ku Hevbendiya Niştimanî pê radibe da bihêle Civaka Navdewletî gav û helwestin cidî derbarê agirbestê û parastina sivîlan bistîne kir.
Û di hevdîtina ku li baregeha Qunsilxaneya Sûriyê li Dewha lidar ket, Balyozê Sûriyê Nîzar Elhirakî û qunsolos diktor Bîlal Berekê û Serokê Encûmena Revendê endazyar Mihemed Yasîn Elnecar û Endamên Revenda Sûrî amade bûn.
Û amedebûyan behisa rewşa dijwar ya ku derbider û koçber tê de dijîn ji ber dijminkariya Rûsiya li ser deverê û nemaze di dema pêlên serma û seqemê de ya ku bi ser deverê de hatiye kir, û tekezî li ser girîngiya pêwendiyan bi aliyên derve yên alîkar re bo pêşkêşkirina piştgiriyên lezgîn û girîng bo deverên ku derbider lê belav bûne kirin.
Û hemî civîngeran bal kişandin ser dawîtirîn pêşhatên pirosesa siyasî û bandora tewanên ku Rûsiya û rêjîm dermafê sivîlan dikin li ser wê pirosesê.
Û civînê doseya girtî û bêserûşûnkiryên bi kotekî û rola Hevbendiya Niştimanî di naskirina çarenûsa wan de gengeşe kir, û daxwazên bo serbestberdana wan di dema guhnedana vê doseya gewherî ji aliyê civaka navdewletî û rêxistinên mafnasî ve anî ziman.
Û ELferhan sipasiya xwe ji Encûmana Revendê re li ser vê hevdîtina berhemdar diyar kir, û got ku Hevbendiya Niştimanî pêşwaziya hemû nêrîn û pêşniyaran dike, û cext li ser berdewamiya hevdîtinan û çalakkirina rola tevaya Sûriyan, ya ku dikeve berjewendiya gelê Sûriyê û di serî de doza wî ya rewa dike.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî hergav dixwaze dîtinên wek vê yên ku nêzîkbûnê di navbera desteya Siyasî û gelê Sûriyê bi giştî de çêdike lidar bixe, û kar ji bo nirxandina her qonaxekê û nêzîkkirina nerînan bê kirin, û tekez kir ku hevbendî tu carî xwe sist nake derbarê doza girtiyan û berevaniya di ber wan de di hemû dezgeh û cîvînên navnetewî û navdewletî de, û dê her dem ji bo rizgarkirin û naskirina çarenûsa wan kar bike.
Û bal kişand ser ku girtina derveyî çarçoveya yasayê û bêserûşûnkirina bi kotekî û kuştin û işkencekirin û hemû coreyên kiryarên nemirovahî yên pîs, tev de riftarên rêjîma Esed in, ji dema ku Hafiz Esed Sûriyê kiriye bin desehilata xwe de.
Û got ku ev kiryar bûne wek rêbazekê li ba şaxên ewlekariyê yên rêjîmê bi dirêjiya 50 salî, di danûstandina xwe ya bi hêzên rikber re , berî şoreşê û di dema wê de, bi rengekî bimebest û rêbazkirî, wek bingeheke kar di rêvebirina desthilata ku li ser belavkirina tirasandin û sawê di nav gel de ava bûye.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî