Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ya Sûrî, îro înê, anî ziman ku balefirên dagirkerê Rûsî û hêzên rêjîma Beşar Elesed, 612 avahiyên jîndariyê li deverên bakurê rojavayê Sûriyê arman kirine, ji heyva nîsana borî 2019 ta heyva niha ya sala 2020an.
Û Hevrêzkarên Bersivdanê di infografekê de îro li ser rûpela xwe li media civakî “Facebook”belav kiribû, û got ku di nav cihên ku Rûsiya û rêjîmê armanc kiribûn, 36 kamp û senterên vehewandina derbideran, 170 avahiyên fêrkirinê, 83 avahiyên bijîşkî, 29 firn, 33 bazarên gelêrî, 20 senterên berevaniya sivîl, 98 avahiyên xizmetguzariyê, 131 avahiyên olî û 14 otombîlên rizgarkirinê hebûn.
Û rêxistinê diyar kir ku pir cihên armanckirî di nav xalên bêalî de hene, yên ku netewên yekbûyî biryar dabû ku nehîlin avahî û jêrxaneyên bingehîn di dema helmetên leşkerî de bêtin armanckirin.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Rikberiya Sûrî, tekez kir, ku Rûsiya tewankar dê nikarîba berdewam kiriba û nexweşxane û dibistan û navendên pizîşkî û malên sivîlan armanc kiribana, û tevaya coreyên tewanên cengê pêk nehatibana, Eger gotinên dewletên dostên gelê Sûriyê bi rastî bibana kar li ser xakê, û tewankar hatibana sizadan.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî