Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku rola rûsiya li sûriyê ya tewankar e , û rijêm û milîsên îranê tenê hevbeşên wê re, ev tê wê wateyê ku rûsiya aliyek sereke yê vê cengê ye, û bal kişand ku dengdana wê li ser vê mijarê ne yasayî ye, li gor mada 27 ji belgeyên netewên yekbûyî, ew mada ku dengdana kesên alî bin di şeran de qedexe dike.
û hevbendiya niştimanî di daxwiyaneke rojnamevanî de duh pênşebmbê êvarî, got ku divê dengdana rûsiyê qedexe bibe derbarê her tiştekî girêdayî sûriyê di encûmana ewlekariyê de, û dît ku helwesta rûsiyê ya ku roja çarşembê bizavên hin endamên encumana ewlekariya navdewletî ji kar xistin, û nehişt daxwiyaniyek ji bo agirbestê li idlibê derkeve, wek berdewamiyekê ji siyaseta veşartina tewanên rûsiya û rijêmê û îranê li sûriyê re ye.
û hevbendiya niştimanî got ku bizavên dewletên dost li encumana ewlekariyê xêrxwazî ne, û cihê rêzgirtina me ne, lê çênabe dostên gelê sûriyê tenê gotinên xweş bidênê, di dema ku ew di bin zora kuştina rûsiya û alîgirên wê de ne, û ev lihevparkirina dost û dijminên gelê sûriyê, dê vî welatî ji xelkên wî vala bike, di riya kuştin û koçberkirinê re.
û hevbendiyê anî ziman ku helwesta rûsiya ya cihê şermezarkirinê, û ji yekemîn roj de aliyê tewankar girt, û beşdarî di tewankarî û bombebaran û kuştinê de kir; sedema sereke ye di kambaxbûna rewşê de li sûriyê, û kuştina bisedên hezaran ji sûriyan û koçberkirina bimilyonan ji wan,û derî li pêş pêkanîna mezintirîn û kirêtirîn binpêkirin û tewankariyan di dîroka mirovahiyê de vekir.
û hevbendiya niştimanî dît ku rûsiya tewankar dê nikarîba berdewam kiriba û nexweşxane û dibistan û navendên pizîşkî û malên sivîlan armanc kiribana, û tevaya coreyên tewanên cengê pêk nehatibana, eger gotinên dewletên dostên gelê sûriyê bi rastî bibana kar li ser xakê, û tewankar hatibana sizadan.
û hevbendiya niştimanî cext kir ku ne mumkine çare bêtin dîtin bo rawestandina kuştinê li sûriyê eger rûsiya tewankar û dadvan be di heman demê de, û cîbecîkirina biryarên navdewletî di hundurê saziyê de jikarketî bimîne, û got ku çênabe rûsiya di heman demê de him kujer û him jî dadvan be, û ji civaka navdewletî tê xwestin ku vê pêkenokê rawestîne.
û hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de daxwaz kir ku divê aliyên kartêker ên civaka navdewletî mîkanîzmayeke navdewletî çêkin, ji bo rawestandina êrîşa terorîstî ya tewankarî ya li idlib û helebê dibe, û alîkariyên pêwîst bi rengeke yekser ji koçber û derbideran re bêne pêşkêşkirin, û sepandina atmosfereke guncav ji bi biserxistina çareseriya siyasî li gor biryara 2254.
jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî