Raporin meydanî diyar kirin ku helmeta leşkerî ya Rûsiya û rêjîma Esed li ser deverên bakurê Sûriyê, di kêmtir ji 4 heyvan de, bû sedema derbiderbûn û koçberkirina nêzî milyonek kes ji gund û bajarok û bajarên wan ji ber bombebarana bêserûber.
Û Berevaniya Sivîl ya Sûrî tekez kir, ku berdewamiya bombebarana Rûsiya li ser bajar û bajarok û gundewarên parêzgeha Idlib û gundewarê Başûrê Rojavayê Helebê, zêdetir ji 932 hezar kesî derbider kir, ji heyva çirya paşîn 2019 ta 19ê vê sibata 2020.
Û Berevaniya Sivîl diyar kir ku ji destpêka sala 2020 ta 19 vê heyvê, avêjtokên rêjîma Esed û hêzên asîmanî yên Rûsî bihezaran êrîş pêk anîne, zêdetir ji 11126 êrîşan ji wan li ser armancên sivîl li parêzgehên Idlib û Heleb û Hemayê bûn, 2201 jê êrîşên asîmanî bûn, 32 bi narincokên goşeyî yên qedexekirî li ser asta navdewletî bû, 605 bermîlên teqîner bi helikoptirên rêjîmê, herweha zêdetir ji 8000 mûşek û topên topxaneyan bûn.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, daxwaz ji gelê cîhanê û desteyên sivîl û mafnasî û rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên li her derê kir,ku bizavê bikin û zextê li hikûmetên xwe bikin da vê helmeta terrorîstî ya dagîrkerê Rûsî û hêzên rêjîma Esed li ser bakurê Sûriyê rawestînin, û biryar û zagonên navdewletî cîbicî bibin.
Tê zanîn ku deverek berfireh ji gundewarên Heleb û Idlibê rastî dijminkariyeke mezin ji aliyê balefirên dagirkerê Rûsî û hêzên rêjîma Esed tên, ya ku bû sedema şehîdkirina bidehan sivîl û koçberkirina bisedan hezar ji gund û bajarokên wan, herweha bû sedema wêrankirina bidehan avahiyên jîndariyê û mal û bazar û dibistan û mizgeft û avahiyên bijîşkî.
jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî