Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Enes El-Ebda, hevdîtinek bi şandeke Emrîkî ya bi serokatiya nûnerê Emrîka yê taybet bo Sûriyê, balyoz James Jeffrey, re li dar xist, û pêre behsa pêşhatên rewşa Idlibê û pêwîstiya piştgiriya pirosesa Mertala Biharê û kar û barên siyasî û hawarçûnê kir, û çêkirina deverike aram li bakurê Sûriyê bo parastina sivîlan ji tewanên Rûsiya yên berdewam dermafê wan sivîlan gengeşe kirin.
Û Serokê Desteya Sûrî ya Danûstandinê Nesir Elherîrî û Serokê Hevbeş yê Komîteya Destorî Hadî Elbehra, û Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve Ebdilehed Istêfo û Endamê Desteya Siyasî Bedir Camûs beşdarî civînê bûn.
Û El-Ebda di hevdîtinê de bal kişand ku çêkirina devereke aram dê parastina sivîlan û vegera penaberan û ewlehî û aramiyê li deverê dabîn bike, û tekezî li ser rola Emrîka ya mezin di parastina sivîlên Sûriyê de kir, herweha li ser piştgiriya Artêşa Niştimanî li hember êrîşên Rûsiya û nehîlana pêkhatina tewanên cengê axivî, û got ku Tirkiyê bi erk û berpisyariya xwe rabû, lê ew hewcedarî piştgiriyeke rasteqîne ji aliyê Waşintonê ve.
Û diyar kir ku Rûsiya û Iran û rêjîma Esed ji zimanê zorê bêtir wek pirensîp ji danûstandinê re fêm nakin, û Emrîka hêza bitenê ye ku dikare bi wan re bi eynî zimanî baxivê, û bal kişand ku Rûsiya û yên pêre tevaya biryarên navdewletî û lihevhatinên kêmkirina gurkirina şer binpê kirin, û di bombebarankirina xaniyên xelkê û avahiyên jîndariyê û yên bijîşkî ji bo guhartina demografî berdewam e.
Û El-Ebda got ku îro derfet heye ji bo bi yek helwestê sînorekî ji tewanên Rûsiya û Iran û rêjîma Esed re deynin, û agirbest bicîh bibe, û vegerin pêvajoya siyasî ji bo cîbicîkirina biryara 2254 tevî daxwiyaniya Cinêvê bi temamî.
Û El-Ebda spasiya alîyê Amerîkî kir, ji bor beşdarbûna Emrîka ya mezin di peydakirina alîkariyên mirovahî de ji koçber û derbideran re, û daxwaza zêdekirina hejmara kamyonên alîkariyê ji derbideran re kir, û diyar kir ku barên alîkariyên mirovahî ne li gorî hejmara derbiderên herroj zêde dibin in, û ne jî li gorî bobelata mirovahî ya ku hergav mezin dibe ne.
Û ji aliyê xwe ve Balyoz James Jeffrey bal kişande ser piştevaniya tam ya welatê wî di hemû waran de ji bo gelê Sûriyê, û tekez kir ku Waşinton amade ye ku piştgiriyê ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî re bike, û bal kişand ku ew di pêwendiya domdar de ne li gel aliyên Tirkiyê.
û Jeffrey tekezî li ser girîngiya ku opozisyona Sûriyê yekrêz û bihêz be û nûnertiya tevaya pêkhatên Sûriyê û xwastekên wan bike kir.
Û Jeffrey amaje kir ku rêveberiya Amerîkî alîkariyên mirovî ragihandin, da ku alîkar be di kêmkirina êş û azarên derbideran de, û got ew behsa Bijardeyên dabînkirina piştgiriyin din dikin, lê wî dît ku ew ne çareserî ye, û tekez kir ku çareserî bi agirbestê tê encamdan, û di riya temamkirina prosesa siyasî ya birêvebiriya Neteweyên Yekbûyî re, û cîbicîkirina biryara 2254 ya Encumena Ewlekariyê, û piştgiriya karê komîteya destûrî re ye.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî