Thursday, June 12, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Siyasî Rewşa Leşkerî ya li Eniyên Şer û Encamên Hevdîtinên Jeffrey û Pederson Gengeşe Dike

March 5, 2020
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 2 mins read
A A
Desteya Siyasî Rewşa Leşkerî ya li Eniyên Şer û Encamên Hevdîtinên Jeffrey û Pederson Gengeşe Dike

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, îro pêncşembê, civîna xwe ya heftane lidar xist, têde giringî dan rewşa meydanî û leşkerî li Idlibê, û binpêkirinên ku dijî penaberên Sûrî li ser sînorê Sûrya û Yonanistanê dibin.

Di destpêkê de Ofîsa Têkiliyên Leşkerî rewşa leşkerî û ziyanên li Rûsiya û milîsên Îranê û hêzên Esed bûne ji destpêka operasyona Mertala Beharê de şirove kirin, û behsa moralên bilind ên şervanên Artêşa Niştimanî ya Sûrî piştî bidestxistian pişgiriya asîmanî ji artêşa Tirkiyê kirin.

Û serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Alabda, encamên hevdîtina xwe a, îro pêncşemê, bi şanderê Amerîkî yê taybet bo Sûriyê balyoz James Jeffrey re, û behskirina avakirina devereke aram li bakurê Sûriyê ji bo parastina sivîlan ji dijminkariya Rûsiya ya berdewam, her weha gengeşekirina girngiya piştgiriya operasyona Mertala Beharê û karûbarên siyasî û hewarçûnê, anî ziman.

Û Alabda diyar kir ku civîn pir giring bû, û têde lihevkirin li ser gelek ji kêşeyên rawestyayî di dosyayên meydanî û siyasî de hat kirin, û got: Cîbicîkirina van lihevkirinan dê guhertinekê di pêvajoya şoreşa Sûrî de çêke, derbarê agirbestê û derbasbûna pirosesa siyasî bi rengeke cedî, û cîbicîkirina biryara 2254, û avakirina desteyeke hukumdariya veguhêz bê hebûna Esed û tewankarên cengê.

Herweha hevserokê desteya destûrî Hadî Albehra, şiroveyek li ser hevdîtina bi şanderê navdewletî yê taybet bo Sûriyê Ger Pederson re, yê ku ji aliyê xwe ve behsa pêşinyara rijêmê derbarê xişteya kar ya gera sêyemîn a komîteya destûrî kir, şirove kir.

Û Albehra di axaftina xwe de got ku hîn rijêm berepêkan dide derbarê derbasbûna pirosesa siyasî, û hîn jî berdewam e di pêşkêşkirina pêşinyarên ji dervî desthilata komîteya destûrî, yên di belgenameya damezirandina wê ya ji hêla emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî ve hatibû kirin.

Û endamên desteya siyasî behsa rewşa penaberên Sûrî yên li ser sînorê Tirkiyê û Yonanistanê kirin, piştî sardana hevrêzkara karûbarên penaberan Emel Şêxo ji devera kombûna penaberan li devera “Ederne”re kirin, û endaman tekezî li ser şermezarkirina xwe ya tund ji binpêkirinên ku dijî penaberan dibin li ser destê desthilatên Yonanistanê kirin, û daxwaz ji karsiparteya bilind ya karûberê penaberan kirin ku bi şêweyekî bilez destêwerdanê bikin ji bo rawestandina binpêkirinên dijî penaberan dibin.

Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî

 

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Saziyeke Brîtanî: Penaberekî Sûrî bi Guleyên Pasvanên Sînorê Yonanistanê Hate Kuştin

Saziyeke Brîtanî: Penaberekî Sûrî bi Guleyên Pasvanên Sînorê Yonanistanê Hate Kuştin

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.