Saziya Forensic Architecture, ya pispor di warê lêkolînên bijîşkî de, di daxwiyaniyeke xwe de duh pênşembê got ku gêncekî sûrî yê 22 salî, bi guleyên pasvanên sînorê Yonanistanê hate kuştin, û bal kişand ku gulebarankirina penaberê sûrî derdora katijmêr 8ê sibeha duşemba borî bû.
Û saziyê diyar kir ku wê perçeyên vîdiyoyî, yên bi riya telefonên bêrîkan hatine kişandin di dema ku xortê sûrî armanc bûye de şirove kirin. Û got ku wê karîbû dema derblêketinê bi berhevkirina axaftinên hejmarek ji dîdevanan bi dîdevaniya endamên malbeta qurbanî re tekez bikin, û saziyê eşkere kir ku dema qurbanî sînor derbas dikir gule lê ket.
Û Saziyê amaje kir ku wan di riya berhevkirina vîdyoyên dema ketina qurbanî re, yên di telefonên bêrîkan de, li gel wêneyên satelaytan, û li gor coxrafiya deverê û giyayê wê, devera bûyerê tekez kirine, û bal kişand ser belgekirina bikaranîna zêrevanên sînor ên Yonanistanê ji guleyan re dijî penberîxwazan ên hewil didin derbasî aliyê Yonanî bibin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, di daxwiyaniyeke xwe de roja duşembê, tiştê tê serê penaberên sûrî li ser sînorê Yonanstanê şermezar kiribû, û tekez kiribû ku ji Yekîtiya Ewropayê tê xwestin ku karine cedî û kartêker bike, derbarê tewanên dijî sivîlên Sûriyê dibin, ne tenê daxwiyaniyên şermezarkirin û nerazîbûn belav bikin.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî