Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku komelkujiya Meerit Misrîn ya ku dagîrkerê Rûsî pêk aniye, tewaneke nû ye, û careke din kirêtiya dijminkariya Rûsî dijî gelê Sûriyê eşkere dike, herweha hevpariya wê li gel rijêmekê ku herdem sivîlan dikuje û wan dike wek armancên yekser û tewanên cengê û yên dijî mirovahiyê dijî wan pêktîne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de duh got ku divê civaka navdewletî tevbigere ji bo rawestandina vî şêweyê berdewam ji tewankariya Rûsiyê, û li kêleka gelê Sûriyê û atêşa wî ya niştimanî û Tirkiyê raweste, wek piştgiriyekê ji karûbarên wan re ji bo parastina sivîlan û nehêlana koçberkirina wan.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku temamkirin û tekûzkirina devera aram li bakurê Sûriyê îro karekî pir giring e, ji bo gihiştina qonaxa pêkanîna prosesa siyasî û veguhestina siyasî çêbibe, ew guhertina ku ne serê rijêmê ne jî ti kes ji banda wî yên destê wan bi xwîna Sûriyan bûye tê tune be.
Û Hevbendiya Niştimanî ameje kir ku ti derfeta aramî û hêminiyê li cîhanê çênabe, bêyî şandina vê dosyayê bo Dadgeha Tewanên Navdewletî, ji ber ku rizgarbûna tewankaran dê derî li pêşiya zêdebûna tewankariyê û pirbûna binpêkirinên yasaya navdewletî û belavkirina bêserûberiyê û peydakirina atmosfera terorîstiyê veke.
Tê zanîn ku balefirên Rûsiya duh pênşemêbê kombûneke derbideran li bajarokê Meerit Misrîn ya gundewarê parêzgeha Idlibê armanc kirin, û di encamê de 16 kes şehîd ketin û hejmarek din birîndar bûn.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî