Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi gereke nû li ser sînorê Yonanistanê radibe, dako rewşa penaberan bişopîne û li ser hewcedariyên wan raweste, nemaze di dema bikaranîna deselata Yonanistanê ji hêza tund re dermafê wan.
Û Hevrêzkara Ofîsa Karûbarên Penaberan di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî de, Emel Şêxo, tekezî li ser girîngî û hewcedariya destêwerdana Karsparteya Bilind ya Karûbarê Penaberan û tevaya saziyên navdewletî kir, bo parastina penaberên ji hemû nasnameyan dabîn bikin, di nav de penaberên Sûrî, û nehêlana destdirêjiyên berdewam ji aliyê artêşa Yonanistanê dermafê wan.
Û Şêxo diyar kir ku penaber tûşî rewşeke dijwar li ser sînorê Tirkiyê û Yonanistanê dibin, yên ku di nav de bidehhezaran jin û zarok jî hene, bê cî û xwar li çolê mene, di serma û seqemê de, di dema berdewmiya desehilata Yonanistanê di girtina sînor de.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî