Tevgereke nû ji derbderiyê ya hin malbatên bajarokê Cilîn yê gundewarê rojavayê Deraa, ji duh roja pêncşemê de dest pê kiriye, piştî bombebarana ku ji roja çarşembê de ji aliyê rêjêma Esed bi ser bajarok de hatiye, ji tirsa ku hêzên rêjêmê komelkujiyan pêkbînin.
Û çalakvanin xwecihî gotin ku tevgera derbiderbûna nişteciyên bajarokê Cilîn û taxa Elmesakin yên girêdayî bajarok berve bajarokê Til Şihab û yê Hewid Elyermok yên gundewarê rojavayê deraa çûn, ji encama bombebarana topxane û mûşekan bi ser bajarok de, û ji tirsa ku hêzên rêjîmê bi ser bajarok de herin û komelkujiyan dermafê sivîlan pêkbînin, wek ku berê bi dehên caran kirine.
Û berî du rojan hêzên rêjîmê komelkujiyek roja çarşembê li bajarokê Cilîn pêkanîn, tê de deh kes şehîd ketin, sê zarok jî di nav wan de hebûn, ji encama armanckirina bajarok bi topxane û mûşekan.
Û hêzên rêjîma Esed careke din dest bi operesyona leşkerî kirin, û deverên tijî welatî li gundewarê Der’ayê, landika şoreşa Sûriyê armanc kirin, û di dema bîranîna şoreşê de hêzên rêjîmê roja çarşembê bi topxane û mûşekan gundewarê Der’ayê armanc kirin, û ew êrîş bû sedema ku 8 kes bibin qurbanî, zarok jî di nav wan de hebûn, û birîndarbûna hejmarek welatî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî