Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Sûrî ji bo Parastina kesên girtî û bêserûşûnan, Yasêr Al-Ferhan, diyar kir ku biryara dawî ya ji hêla rejîma Esed ve derbarê girtiyan de hatî derxistin; wek biryarên berê ne, û tekez kir ku rêjîm berdewam e di bijartina tohmetan li gor nerîna xwe, û cîbicîkirina wan bi awartekirineke bijartî ye , û dixê çarçoveya siyasetê, û bi tevaya biryarên dadgehan li gorî mercên desthilata ewlehiyê ne.
Û Al-Ferhan di daxuyaniyên taybet de, îro duşembê, diyar kir ku, rêjîm hewlên xwe dike ku bi hîlebazî bersiva Hevbendiya Niştimanî bide, di riya serbestberdana girtiyan re jiber metirsiyên belavbûna virusa Corona, û guhdana civaka navdewletî bi van daxwazan.
Û got ku sedema ku dihêle rêjîm biryarên bi vî awayî dûbare bike ew e, veqetandina hin tewankarên taybet, an jî hin kesên taybet ên ku li wan digerin, daku werin bexşandin, û hilbijartina tewanin taybet da wan serbest berdin.
Û Alferhan got ku rêjîm hewil dide ku yekîneyên xwe yên çekdar pir bike, di riya kesên reviyayî û kesên hatine sizedan, û hilbijartina hin ji yên ji leşkeriyê revîne ji yên alîgirên rêjîmê ji ber dirêjbûna dema leşkeriyê û dijwarî û xeternakiya wê, bêyî ku ên ji leşkeriyê veqetiyane ji ber sedemên siyasî û sincî û welatparizî têxe nav biryarê.
Û diyar kir ku ev biryar derî li pêşiya komkirina pera ji bercewendiya gencîneya rêjîmê re vedike, herweha komkirina pera ji alîgirên rêjîmê re, ji ber gendeliya ku bûye wek urf û adet li ba vê rêjîmê.
Û aşkere kir ku rêjîm hewil dide ku ji civaka navdewletî re peyaman bişîne, daku kirîza penaberan derfet bigre û balê bikişîne ser ku ew (rêjîm) dikare di vegera wan de rolek bingehîn bilîze, û zextê li penaberan bike û wan bi vegerandinê bitirsîne.
Û Al-Farhan got ku rêjîm dixwaze vê biryarê bikar bîne, û bibêje ku ew dikare jîngeha ewle ya ji bo hilbijartinan û nûavakirinê peyda bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî