Desteya Danûstendinê ya Sûrî “gotinên qelew ên xapînok” yên ku rejima Esed dike, di riya pêşkêşkirina xişteya karê gereke nû ya komîta destûrî ji şanderê navdewletî yê sûriyê, Geir Pedersen, re şermezar kir, û got ku ev tê di dema ku hemî welatên cîhanê sînor û firokexaneyên xwe ji ber belavbûna Virusa Corona girtine.
Û Desteya Danûstandinê di daxuyaniyekê de, got ku rêjîma Esed ji nûnerê navdewletî daxwaz kiriye ku hefteya bê li Cinêvê gereke nû ya komîta destorî lidar bixe, di vê dema dijwar de a ku cîhan tê re derbas dibe, û got ku rêjîm xwe bicoş û kelecanî dike derbarê pirosesa siyasî , ya ku jê direviya, û herdem astengî di riya wê de datanîn.
Û Desteya Danûstandinê bal kişand ser ku rêjîma Esed berê herşeş pêşniyarên guncayî bi karîn û desthilata komîtê re yên ku nûnerên Desteya Danûstandinê di komîtê de pêşkêş kirine red kirin, û tekez kir ku berî ew têkeve gengeşiyên destûrî de; şertûmercên xwe datîne, di riya surbûna li ser xiştekara ku ne li gor karîn û desthilatên hatine danîn ji Komîta Destûrî re, û nejî guncayî ne bi bingeh û pirensîpên sereke yê karê wê re.
Û Desteya Danûstandinê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî kir, ku karûbarên xwe di warê tenduristî de li Sûrîyê bike, û alîkar be di rawestandina Virusa Korona de ya ku rêjîm ta niha hebûna wê vedişêre, û kar ji bo serbestberdana girtiyan bike, û bi kêmanî tîmeke çavdêriyê bişîne, da ku çavdêriya rewşa bijîşkî di girtîgehên rêjîmê de bike.
Her wiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Nûnerê Navdewletî kir, ku rê li pêşiya rejîma ku bi çaranûsa Sûriyê dilîze bigre, û ji Rûsiya re ya ku rijêmê diparêze bêje, ku pabend be bi tiştê ku li xwe girtine, û wê wek berpisyar bibînin di ber lîstika bi jiyana Sûriyan û çaranûsa wan û berdewamiya rêjîmê di astengkirina pirosesa siyasî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî