Di daxiyaniyeke hevbş de 43 saziyên mafnasî yên sivîl, daxwaz ji dezgehên ewlehî yên rêjîma Esed kir, ku bi şêweyek lezgîn girtiyên siyasî û mafnasî serbest berdin, û dest bi ti operasyonên girtinê yên nû nekin, daku rêyên veguhestina Virusa Korona di hundirê girtîgehan de bibirin.
Û daxwiyaniya saziyan ya ku duh şembiyê derketiye, hemû alî han dan li ser pêwîstiya avêtina gavên lezgîn û çalak, daku tevaya senterên girtinê li pêşiya aliyên navdewletî yên pispor vekin, û çi tê xwestin ji bo rizgarkirina girtiyan û dabînkirina tenduristî û saxbûna wan û serbestberdana wan bikin, li gorî yasayên navdewletî yên mafê mirovan û biryarên navdewletî yên pêve girêdayî.
Û daxwiyaniyê anî ziman ku ji şanderê Navdewletî yê taybet bi Sûriyê û ajansên Netewên Yekbûyî tê xwestin ku fişaran bidin ser rêjîma Esed jibo serbestberdana girtiyên siyasî û mafnasan ên di senter û xalên girtinê yên fermî û ne fermî de.
Û saziyan di daxwiyaniya xwe de daxwaz ji tevaya aliyên berpisyarên baregehên girtinê kirin, ku hemû tedbîran bikin, ji bo nehêlin virusa korona di hundirê wan senteran de belav bibe.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser ku pêwîst e Komîta Navdewletî ya Xaça Sor û Saziya Tenduristî ya Cîhanî fişarin lezgîn bikin, da karibin bi rola xwe di warê çakkirina rewşa tenduristî di girtîgehan de rabin, û bi rengekî bilez sardana senterên girtinê bikin, û alavên xweparastinê bidin kesên girtî, û ger hat xwestin wan derman bikin, û rewşeke tenduristî ya guncaw ji bo kesên ku heye nexweş bikevin re dabîn bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî