Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî, Ebdulrihman Mistifa, biryareke lêborîna giştî ya nû derbarê tewanên berî 1/4/2020 hatine kirin biderxist, di nav de gurzek biryarên di çarçova tedbîr û karên xweparastinê û ji bo nehêlîna belvbûna Vîrosê Korona hatine weşandin.
Û Mistefa diyar kir ku “ev lêborîn ji bo tewanên ku berî dîroka 1-4-2020an hatine kirin e, û li gor ku di biryarê de hatiye ev in: Lêbûrîna tevaya cezayê kesên binpêkirina yasayê kirine, û nîvê cezayên kesên tewan kirine, û lêbûrîna tevahya cezayê kesên ku gihîştine heftê salî, û tevaya cezayê kesên bi nexweşîyên bêçare ne”.
Û Serokê Hikûmetê got ku”hin tewan ne di nav biryara lêborînê de ne, nemaze yên bandora xwe ya nîgetîf li ser civakê dikin, di heman demê de parastina mafên kesayetî yên ziyan li wan bûye, û wê dadgeh berdewam be di biryardana wand e.”
Û berê Hikûmeta Sûrî ya Demkî biryarek derxistibû, bi berdewamkirina girtina deriyên sînorî yên hundirîn heya demek din, jiber biryar hebû ku roja Pêncşemba borî bidawî bibe, û di vê derbarê de Hikûmeta Demkî hejmarek tedbîrên kiribûn ji bo parastina ewlehî û tenduristiya welatiyan li deverên rizgarkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî