Girûpa kar ji bo Filestîniyên li Sûriyê, di daxuyaniyekê de diyar kir ku zêdî 1790 girtiyên Filestînî di dema belavbûna veyrosa Korona Covid19 di zindanên rêjîma Esed de dijîn.
Girûpê di rapora xwe de bal kişand ku girtiyên Filestînî li gel Sûriyan di zindanên ku rewşa wan pir dijwar de dijîn, û piransîpên Navdewletî yên girtîgehan di wan zindanan de peyda nabin.
Di heman daxuyaniyê de, girûpê doza serbestberdana wan girtiyan kir, di dema belavbûna veyrûsa Korona, û hişyarî da ku rêjîma Esed berpirs e di ber jiyana wan de.
Hêjaye gotinê ye ku Netewên Yekbûyî berî çend rojan doz li rêjîma Esed kiribû ku hemû girtiyan serbest berde da ku ziyanên mezintir neghêjin mirovahiyê, û diyar kir ku metirsiya belavbûna veyrûsa Korona di zindanan de gelekî bilinde.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, doz li Netewên Yekbûyî û rêxistinên Navdewletî kir ku fişara li rêjîma Esed bikin, da ku serdana girtiyan were kirin, û têkevin bin çavdêriya tendurestî û serbest werin berdan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî