Hevrêzkarê ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, li gundewarê Heleb, Ehmed Şihadî, gereke şopandinê li ser şervanên Artêşa Niştimanî ya Sûrî li baregeh û eniyên şer bo hişyarî û agahdarkirinê lidar xist.
Û di wê serlêdanê de cîbicîkirina haziriyên xweparastinê û nehêlîna belavbûna Vîrosê Korona hat şopandin, û di pêşî de girînî dan paqijî û pabendîbûna bi dûrbûna civakî.
Û Elşhdî ji şervanan re rêçên herî baş jibo xweparastina ji Vîrosê Korona şirove kirin, dûv re li ser nîşanên ku bi mirov re çêdibin piştî ku bi Vîrusê dikeve axivî, û çawa yê ku bi Vîrosê ketî were cudakirin di hundir baregehan de, û hewcedariya veguhastina bo nexwşxanê.
Û Şihadî bal kişand ku hîn kesên bi vî Vîrosî li deverên rizgarkirî tune ne, û dît ku ew cihê rihetiyê ye li ba hemiyan, lê di heman demê de tekezî li ser pabendiyê bi kar û barên xweparastinê ji bo saxlemî û tenduristiya nişteciyên li deverln rizgarkirî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî